İbrahim Yaldız,Sabri Yıldırım
19 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2021
Li Mûşê berfa ku 2 roj e dibare, li gundên raqimbilind tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Li gundê Yukariyongaliyê yê 60 kîlometre dûrî bajêr, hin malên yekqatî ji ber barîna zêde, di bin berfê da man.
Li gundê ku stûriya berfê gihîşt 50 santîmetreyî, welatiyan berfa li ser baniyan û ya li hewşê paqij kirin, zarokan jî bi berfê ji xwe ra tê leyîstin û kêf û şahî kirin.
Xelkê gund Eyup Omur diyar kir, ji ber barîna zêde hin mal di bin berfê da man û lewma jî ew bi bêran hewl didin dora malan vekin.
Omur bal kişand ku ev 2 roj in li gund berf dibare û wiha dewam kir, "Aniha zêdeyî 50 santîmetreyî berf bariye. Makîneya şixul rêya me vedike, lê em kolanên teng ên nava gund bi bêran vedikin. Em 6 mehan di bin berfê da dimînin."
Mustafa Yonden jî diyar kir ku li gundê wan bi qasî nîv metreyî berf barî û wiha got, "Zivistana me dest pê kir. Dema berf dikeve, em bêr û berfikan baniyan paqij dikin. Paşê jî em banî lorx dikin ku dilop neke."
Îsa Ozçelîkê zarok jî diyar kir, ew û hevalên xwe ew goga berfê dileyîzîn û wextê xwe xweş derbas dikin.