Hat diyarkirin ku li Iraqê ku hêzên pêşmergeyan ên ku li başûrê Kerkûkê operasyoneke berfireh dibin li ser DÎŞIya rêxistina terorê, gundên Mele Ebdûllah, Sîmaylawaya Mezin, Sîmaylawaya Biçûk û Gundê Sahreyê û Rêzeçiyayê Xaraberûtê rizgar kirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin di pevçûnên ku hêzên pêşmergeyan berdestê sibê dan destpêkirin û hê jî berdewam dikin de, milîtanên DÎŞIyê mecbûr man ku ji gelek herêman paş ve vekêşin. Balafirên şer ên hêzên koalîsyona di bin serkêşiya DYAyê de jî ji hewayê piştgiriyê didin hêzên pêşmergeyan. Hêzên pêşmergeyan gundên Mele Ebdûllah, Sîmaylawaya Mezin, Sîmaylawaya Biçûk û Gundê Sahreyê û Rêzeçiyayê Xaraberûtê bi dest xistin.
Fermandarê Herêma Rojava yê Pêşmergayan Selîm Sûrçî da zanîn ku 20 kîlometro pêş ketin, temamiya herêmên ku di çarçoveya operasyonê de xistibûn hedefa xwe, rizgar kirin. Sûrçî got ku hêza parastina DÎŞIyê nema û da zanîn ku termên milîtanan li cihê pevçûnan man.
Hêzên pêşmergeyan bi piştgiriya êrîşa ji hewayê ya hêzên koalîsyonê berdestê sibê li başûr û rojavayaê Kerkûkê operasyoneke berfireh a li ser milîtanên DÎŞIyê dabûn destpêkirin.