İbrahim Atmaca
20 Hezîran 2019•Rojanekirin: 25 Hezîran 2019
Midûrê Şirketa Anonîm a Sanayiya Çêkirina Şekir a Mûşê Hakîm Gundogdu got, "Me heta niha li ser erdekî 45 hezar donimî silq danî. Armanca me 55 hezar donim bû. Lê ji ber ku rewşa hewayê ne baş bû, danîna silqan derengî ket. Hin zeviyên me di bin avê da mane. Bira cotkarên me di vê mijarê da baweriya xwe bi me bînin. Derdê me piştgiriya cotkarên me ye."

Gundogdu li nav zeviyên silqan geriya û daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, ji ber ku baran barî danîna silqan 35 rojan derengî ket.

Gundogdu destnîşan kir, ji ber ku zevî di bin avê da man, silq di wextê xwe da nehat danîn û wiha dewam kir:
"Silqan wê êdî zîl bida, baranê cardin dest pê kir. Vê carê jî ekin di bin avê da man. Divê pincar 120 rojî tavê bibînin. Ji ber baranê ev dem kin bû. Ji vê jî xêr û bereket kêm dibe."
Mehmet Gulerê ku li gundê Tabanliyê yê li ser navendê li ser 200 donimî silq daniye jî got ku ji ber baranê wî li heman zeviyê sê caran pincar danî.