Nihat Kavşut
30 Hezîran 2017•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2017
MUŞ
Li Mûşê piştî dibistan ketin betlaneya havînê zarok ji bo xwe hênik bikin dikevin çem û robaran.
Li gundê Koçê ya 30 kîlomêtro dûri Dêrxasa navçeya Mûşê ye zarok xwe ji pireya qederê 8 mêtro bilind e diavêjin Ava Reş û soberiyê dikin.

Zarokên dikevin Ava Reş xwe hênik dikin û di nav avê da ji xwe ra dilîzin.
Ji zarokan Eyup Ozen destnîşan kir her çiqas talûkeya xeniqandinê hebe jî ji bo hênik bibin dikevin Ava Reş.

Ozen diyar kir ji bo kesên nikarin soberî bikin talûke heye û wiha got: "Bi salan e em dikevin Ava Reş. Wexta karê me tuneye em dikevin avê û soberiyê dikin."
Hamza Çelik jî diyar kir gundê wan nêzî Ava Reş e û got piraniya hevalên me soberiyê dizanin.