08 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2015
Zanyarê tirk Prof. Dr. Azîz Sancar ji aliyê Akademiya Zanistê ya Qraltiya Swêdê ve bi Xelata Nobelê ya Kîmyayê ve hat xelatkirin. Navçeya ku Sancar lê bûye û mezin bûye, ji bo xelatkirinê şad û bextewar bûn.
Komîteya Nobelê ya li Swêdê Xelata Kîmyayê ya Nobelê da Thomas Lîndahlê Swêdî, Paûl Modrîchê amerîkî û Azîz Sancarê tirk. Piştî ku komîteyê daxuyaniya xelatê da, şêniyên navçeya Stewra Mêrdînê ku Sancar lê bûye û mezin bûye, şad û bextewar bûn.
Şêniyên navçeyê diçin mala ku Sancar lê bûye û ziyaret dikin. Mala dîrokî ya sê qat a ku alaya tirkan pê va daliqandine, li ser Kolana Mehmet Saît Erdemê ye. Hin pirtûkên Sancar hê li wê malê ne. Dibistana seretayî ya ku Sancar lê perwerde bû jî niha wek Navenda Perwerdeya Gel xizmetê dike.
Ji xizmên Sancar Abdulganî Sîncar got ku Sancar apê bavê wî ye û mala ku Sancar lê bû û mezin bû, niha ew tê da dijî.
Sîncar got ku Sancar dibistana seretayî û ya navîn li navçeyê xwend û wî di şert û mercên gelek dijwar da xwend û wiha dewam kir: "Xizmên wî û hemû gelê me pê serbilind in. Di şert û mercên dijwar da xwendin û mezin bûn. Pişt ra çû Amerîkayê."
Sîncar daxuyand ku Prof. Dr. Sancar ji fitbolê jî hez dikir û qelecîtî dikir.
Sîncar got ku Sancar tu wextê xwendekarên feqîr ên navçeyê ji bîr nekir û wiha dewam kir:
"Bûrs jî dida xwendekaran. Wexta ku bû dixtor, gelê vê derê tedawî dikir. Çi ji desta bihata dikir. Piştgirî dida gelek kesan. Bavê wî li vê derê, dayika wî jî li Mêrsînê wefat kir. Dê û bavê wî nexwendibûn, lê hemû xwîşk û birayên wî xwendin."