Şaredariya Hekarî û Beşîktaşê di çaçoveya projeya "Di aştiyê de em li Hekariyê bicivin" de şahî li dar xist û Koma Anadolu Ateşî, hunermendê navdar Hozan Dîno û hunermendên herêmê beşdarî şahiyên ku li qada newrozê hatin lidarxistin bûn.
Malovaniya şahiyan Şaredariya Hekariyê kir. Di destpêka bernameyê de koma "Lawje" derket ser dikê û sitranên kurdî û sitraneke asûrî got. Pişt re Koma govendê ya Navenda Çandê ya Feqiyê Teyran derket ser dikê û piştî govendê Koroya Cazê ya Zanîngeha Bogazîçiyê konser da hekariyiyan.
Piştî 17 salan hunermendê navdar Hozan Dîno, ji Ewropayê vegeriya Tirkiyeyê û beşdarî şahiyên li Hekariyê hatin lidarxistin bû. Dîno derket ser dikê û digel hekariyiyan sitran got. Piştî konsera Dîno wîdyoya danasînê ya ku Şaredariya Beşîktaşê amade kiribû hat nîşandan û pişt re jî sînevizyona li ser baweriya êzdîtiyê û qetliyama Çiyayê Şengalê hat pêşkêşkirin.
Piştî sînevizyonê koma Anadolu Ateşî der ket ser dikê ji bo gelê Hekariyê saetekê reqisî.
Di navbera şahiyan de Hevserokên Şardedariya Hekariyê Dîlek Hatîpoglû û Nûrûllah Çîftçî, Serokê Şaredariya Beşîktaşê Mûrat Hazînedar, hunermend Kadîr Înanir û derhêner Ganî Ruzgar Şavata derketin ser dikê û silav dan welatiyan.
Hazînedar li vir bangî welatiyan kir û wiha got: Hazînedar got: "Me ji Beşîktaşê destê xwe dirêjî Hekariyê kir û gelê Hekariyê bi destê me girt, em spasdarên serokên şaredariyê û gelê Hekariyê ne. Em ê ji vir û pê ji bo pêşerojeke baş bi hev re bixebitin. 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Dinyayê pîroz be."
Piştî axaftinan Hatîpoglû spasiyên xwe pêşkêşî Hazînedar kir û xalîçe û berên herêmî diyarî wî kirin û ji bo wateya rojê jî plaket teqdîmî wî kir. Haznedar jî plaket teqdîmî Hatîpoglû kir.