Fatih Gazioğlu
11 Gulan 2018•Rojanekirin: 13 Gulan 2018
ŞIRNAK
Şaredariya Cizîrê li Navenda Sitiya Zînê ya Çandê pêşangehek li dar xist.
Qaymeqam û Wekîlê Serokê Şaredariya Cizîrê Faîk Arîca, Midûrê Ewlehiya Navçeyê Gungor Yildiz, Midûrê Dibistana Bilind ya Pîşeyê Vedat Sonmez, Midûrê Perwerdeya Gel Ahmet Gumuş û Midûra Navendê Hatîce Atan beşdarî merasima vekirinê bûn.

Qaymeqam Arîca bêhnekê li pêşangehê geriya û ji qursiyeran der barê berhemên ku wan çêkirine agahî hilda.
Arîcan spasiya xebatkarên navendê kirin û wiha got: "Navenda Piştgiriya Malbatê û tesîsên me yên din bi saya wê biqiymet in."