Midûrê Ewlehiyê yê Cizîrê Ercan Demirê ku der heqê wî de di çarçoveya lêpirsîna kuştina Hrant Dînk de biryara girtinê heye, teslîmî polêsan bû.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin piştî ku der heqê Midûrê Ewlehiyê yê Cizîrê Ercan Demirê ku di heyama kuştina Hrant Dînk de li Midûriya Şûbeya Îstixbaratê ya Trabzonê amîr bû, berê di çarçoveya lêpirsîna kuştina Hrant Dînk de wek "gumanbar" îfade dabû, biryara girtinê hat derxistin, Demîr hat Midûriya Ewlehiyê ya Enqereyê.
Hat ragihandin piştî ku muameleyên Demir ên li Ewlehiyê temam bûn dê wî bibin Stenbolê.