Hüseyin Demirci
09 Adar 2024•Rojanekirin: 23 Adar 2024
Li Navenda Kaşûnê ya Sariqamîşê geştiyar di biharê da li nava daristanên çamê kaşûnê dikin.
Li navenda kaşûnê ya ku raqimê wê 2 hezar û 634 e û di nava daristanê çaman da ye, qalindahiya berfê 155 santîmetro derbas bû.
Geştiyarên xwecih û biyanî, ku biharê tên vê navendê kaşûn, xizang û snowboardê dikin.
Ji ber berfa zêde tê pêşbînîkirin ku li navendê kêfa kaşûnê heta nîvê Nîsanê dirêj bibe.
Hîndekarê kaşûnê Adem Şen di daxuyaniya xwe ya ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku demsal biharê pir xweş derbas bû û got, "Geştiyarên ku ji kêfa wan berfa krîstal ra tê, ber bi Sariqamîşê va herikîn. Niha Sariqamîş di warê rêjeya tijîbûnê da gihîştiye lûtkeya xwe, em naxwazin kes ji vê kêfa berfê şûn da bimîne."
Berdan Taykuluyê ku ji Enqereyê hatibû, diyar kir ku ew cara ewil e tê Sariqamîşê got, "Xwezî ez zûtir hatibama. Pir xweş bû, hewa û rê xweş bû. Ez ê her gav ji bo hatina vê derê çi ji destê min bê ez ê bikim. Ev der cîhaneke cuda ye."