14 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2017
WAN
Li Wanê 4 zarok termozên xwe yên çayê bi kolên darîn derdixin Navenda Kaşûnê ya Abaliyê û difroşin.
Navenda Kaşûnê ya Abaliyê ya ku 2 hezar û 200 mêtro bilind e ji bo hin xwendekarên dibistana navîn dibe deriyê kar.
4 xwendekarên ku li gundê Abaliyê dijîn ji bo ku pere qezenc bikin dawiya heftê çayê çêdikin û bi xizangan tinîn Navenda Kaşûnê ya Abaliyê.
- "Em di rojekê de 100 îskanî difroşin"
Faruk Yuzguleçê ku xwendekarê pola duyemîn a dibistana navîn e, daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ew ji bo ku arîkariya malbatê xwe bikin vî şolî dikin. Yuzguleç got ku ew serê sibê bi kolan rê dikevin û tên vê derê. Yuzguleç wiha axivî:
"Em dawiya heftê tên vê derê û çay, av û kekan difroşin. Em termosê diavêjine ser kolên xwe dikêşin. Gelek caran em dicemidin lê dîsa jî heta demê êvarê em li vê derê disekinin. Em di rojekê de 100 îskan çay difroşin û nêzî 30 û 50 lire jî pere qezenc dikin."
Ji xwendekaran Îbrahîm Soyalp jî got ku ew li ser daxwaza mêvanên tên navêndê çayê difroşin. Soyalp got ku ew bi saya vî karî arîkariyê dide malbata xwe û ev jî wî kêfxweş dike.