01 Sibat 2017•Rojanekirin: 02 Sibat 2017
BÎNGOL
Li Bîngolê ji aliyê Midûriyeta Spor û Xîzmetên Ciwaniyê ya Bajêr 50 keçên xwendekar perwerdeya kaşûnê dibînin.
Navendên Kaşûnê yên Hesarek û Yolçatiya Bîngolê bi turîzma zivistanê tên nasandin. Îsal li navendan pistên dirêj, telesiyej û teleskiyên nû hatin çêkirin.

Midûriyeta Spor û Xîzmetên Ciwaniyê ya Bajêr di çarçoveya pêşveçûna sporê perwedeya kaşûnê dide 50 keçan.
Antrenora kaşûnê Tulîn Kavranê ji nûçegihanê AAyê ra got, ji bo ku kaşûnvanên jin ji bo paşerojê perwerde bibin wan kampa perwerdeyê çêkir.
Kavranê diyar kir, 50 xwendekarên 21ê wan bi şev jî dimînin, beşdarî kampê bûn, nêzî 10 rojan e kamp dewam dike û keçik kaşûnê hîn dibin.

Kavranê got ku hedefa wan perwerdekirina pêşbazên millî ne û wiha dewam kir:
"Li welatê me kêmasiya sporvanên keçik hene. Qabiliyeta keçikên me yên li vê derê jî pir zêde ye û zû hîn dibin. Bi piştgiriya malbatên xwe jî ev keçikana wê di nav çend salan da li Tirkiyeyê navdar bibin û bibin werzişvan."