Elif Orhan
12 Nîsan 2019•Rojanekirin: 14 Nîsan 2019
Karîbelgên ku li navçeya Norşênê bi bihatina biharê ra derketin û li cihên çiyayî di nav tehtan da çêdibin li ser dezgehan tên firotin.
Kîloya karîbelga ku li Bidlîs û navçeyên wê di xwarinan da tê bikaranîn ji 3 lireyî tê firotin.
Medet Sevrukê ku di dezgeha xwe da karîbelgan difroşe got ku ev giya bi hatina biharê ra li Sêrt-Bayqan û Mutkiyê li cihên çiyayî û ji nav zinaran tê berhevkirin.
Sevruk got "Ev giya di xwarinên taybet ên Bidlîsê da tê bikaranîn. Kiryarên vê bi taybetî tên. Tê hişkirin û di zivistanê jî tê emilandin."