Önder Beyter
10 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2019
Xelkê Adiyemanê Ganî Avciyê 82 salî ev 53 sal e li heman ciyê esansên misk, gul, beybûn, yasemîn û leylaqê difiroşe û pê debara mala xwe dike.
Avci, zivistan havîn her roj berbangê hişyar dibe û ji mala xwe ya li Taxa Sumerevlerê diçe quncikê xwe yê li ber Mizgefta Yenî Pinarê ya 4 kîlometre dûr.
Li ser dezgehê xebitandî yê ku Avci 30 sal berê kiriye, 15 cure bêhnên wekî misk, gul, beybûn, yasemîn û leylaq hene. Avci ligel ku êdî kal bûye, hê jî bi tempoya xwe ya salên berê dixebite. Ev bêhn wekî berê zêde nayên firotan, lêbelê hindik be jî hê jî kiriyarên van bêhnan hene.
Avci diyar kir ku li malê zarekî wî yê astengdar heye û herwiha ew debara mala xwe ji vê dezgehê dike. Avci di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ev qedera 53 salan e ew esansê difiroşe.
Avci got ku wî li Stenbolê eskeriya xwe kir û dû ra vegeriya memleket û dû ra jî wî dest bi karê firotina esansê kir.
Avci diyar kir ku salên 1970 û 1980yan şixulê wî baş bû, esansên li ser dezgehê wî di nava rojê da xilas dibûn û wiha dewam kir, "Berê karê min gelekî baş bû, lêbelê niha wekî berê eleqeyê nabîne. Bêhn û parfumên qelp êdî ketin şûna van bêhnên taybet ên ku ez difiroşim. Piçekî bêhn tevî av û alkolê dikin û difiroşin. Di berhemên ku ez difiroşim da ne alkol û ne jî av heye. Bêhnên resen û taybet in."
- "Emrê dezgehê min jî 100 salî zêdetir e"
Avci diyar kir ku ciwan jê bêhnan nakirin û wiha axivî:
"Êdî karê min ne wekî berê ye, hin kesên diyar tên ji xwe ra bêhnan dikirin û diçin. Li Semsûrê em berê çar kes bûn. Lêbelê niha em man du kes, hevalê din jî carinan tê û carinan jî qet nayê. Min ev dezgeh 30 sal berê wekî dezgehê xebitandî kirî. Mirovê ku min jê kirî jî 20 sal beriya min wekî dezgehê xebitandî kirîbû. Wate emrê vê dezgeha min ji 100 salî zêdetir e, lêbelê ne kêm e. Li Darendeya navçeya Meletiyê hatiye çêkirin. Gelekî zehmet e ku li Tirkiyeyê mirov rastî dezgeheke wiha were."
Mişterî Abdullah Yildirim jî diyar ki ku ew her hefte roja înê tê ber mizgeftê û ji Ganî Avci bêhnê dikire û herwiha kêfa wî gelekî bi bêhnan tê.