Yılmaz Kazandioğlu
21 Tebax 2025•Rojanekirin: 23 Tebax 2025
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê rêya peravê ya ku par du etabên wê temam kirin, îsal xebatên ji bo etaba 3yem didomîne.
Li gor daxuyaniya ku Şaredariyê belav kir, ji bo asfaltkirina etaba 3yem a rêya peravê dest bi xebatan hat kirin, xebat ji aliyê Serokatiya Daîreya Çêkirin û Vesazkirina Rê va tê birêvebirin.
Piştî ku etaba 3yem temam bibe wê dirêjiya rêya peravê bigihêje 18 kîlometreyan. Di çarçoveya projeya rêçêkirinê da rêya meşê û rêya bisîklêtê, peyarê, vezaskirinên peyzajê, ronîkirin, cihên lîstikê yên ji bo zarokan, tesîsên civakî û qadên fireh ên rekreasyonê jî hatin avakirin.
Tê plankirin ku di çarçoveya projeyê da rêya sê navçeyan bi rêya peravê ra bê girêdan.