Abdullah Tel
23 Gulan 2020•Rojanekirin: 26 Gulan 2020
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li navçeya Gurpinarê rêya mezreya ku berfê girtibû, paqij kirin.
Li Wanê ekîbên Serokatiya Daîreya Temîrkirin, Mêzekirin û Rêçêkirinê ya Şaredariya Bajarê Mezin li herêma Sicaksûyayê ya bi qasî 115 kîlometre ji navendê dûr û bilindahiya wê jî 3 hezar metre ye rêya bi berfê hatiye girtin paqij kirin.
Bi saya xebatê li taxa Sacaksuyê rêya ber bi gomên Tuzek, Kaya û Yeşîldereyê va diçû hat vekirin.
Ji şêniyên gomê Nîhat Sonmez destnîşan kir ku ew bi hespan diçûn û dihatin gomê û wiha dewam kir: "Ekîbên şaredariyê rêya me ya berfê girtibû vekirin. Ji niha bi şûn va em ê bi wesayîtên xwe biçin û bên."