İbrahim Atmaca
03 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2019
VAN
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku Wezareta Karên Navxweyî cîgirê şaredar lê tayîn kir, bi sermayê ra seba heywanên bêxwedî û bêserî û yên kovî êm û xwarin datîne çolê.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin hat dayîn, Navenda Xwedîkirina Heywanan û Rehabîlîtasyonê ya Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê ji bo heywanên kovî û yên kuçeyan xebatên xwe didomîne.
Ekîbên şaredariyê piştî ku berf û barî û hewa sar bû, ji bo heywanên kovî li qeraxên Gola Erçekê ku ser rêya Ozapê ye, alif danîn.
Her wiha ji li navenda bajêr li ser kuçe û kolanan 140 qutiyên alif hatin danîn û ekîban xwarin danî van qutiyan, ekîb seba heywanên kovî jî heta ku berf bihele wê alif dayne.
Di daxuyaniyê da gotinên Beytarê Şaredariya Bajarê Mezin Şah Îsmaîl Bîlge jî cih girt û Bîlge got ku ew rojê bi qasî 230 kîlo xwarin û yêm datînin çolê.
Bîlge diyar kir ku seba heywanan li ser kuçe û kolanan 140 qutî hatin danîn û wiha dewam kir:
"Em her roj bi qasî 150 kîlo xwarin datînin van qutiyan. Em li qeraxên golê, devê çeman û ser çil û çiyan jî rojê 80 kîlo alif datînin."