Jiyan

Li Qers û Erdexanê bandora hewaya sar dewam dike

Cüneyt Çelik, Yusuf Ayas, Günay Nuh  | 05.03.2025 - Rojanekırın : 06.03.2025
Li Qers û Erdexanê bandora hewaya sar dewam dike

Kars

 Li Qers û Erdexanê piştî ku berf barî serma çêbû û bandora hewaya sar dewam dike.

Li Qersê ji ber hewaya sar rêyan qeşa girt û li banê xaniyan jî şembelûk çêbûn.

Li siruşta ku bi berfê nixûmiye dîmenên xweş derketin holê.

Dîmenên gund û eraziyên ku bi berfê nixûmîne bi dronê hatin kişandin.

- Erdexan

Li Erdexanê jî hewa sar e.

Li bajêr germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da heta 20 pileyan kêm bû.

Ji ber sermayê li herêmê qeşa, qiravî û mij çêbû.

Li navçeya Goleyê ya ku germahiya hewayê bi şev di binê sifirê da 21 pile hat pîvan, sir û serma bandorê li jiyanê dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın