Abdullah Söylemez,Cüneyt Çelik,Günay Nuh,Hüseyin Demirci
28 Sibat 2025•Rojanekirin: 01 Adar 2025
Li Qers, Erdexan û Agiriyê tesîra berf û sermayê hê jî dewam dike.
Li bajêr çem û robar qerimîn û camên wesayîtan jî qeşa kişandin.
Bişev li Sariqamîşa navçeya Qersê germa hewayê 22 pile di binê sifirê da hat pîvan. Li navçeyê camên xanî û kargehan qeşa kişandin û bi baniyan va şembelîlk daliqiyan.
- Erdexan
Li navenda Erdexanê germa hewayê 20 pile di binê sifirê da hat pîvan.
Li bajêr çem û robar qerimîn û camên wesayîtan jî qeşa kişandin.
- Agirî
Li Agiriyê jî sir û seqem dewam dike. Li bajêr germa hewayê 25 pile di binê sifirê da hat pîvan.
Ji bo ku ji sermayê biparêzin welatiyan betanî li wesayîtên xwe wer kirin.