Barış Yalçınkaya,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Günay Nuh
23 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2023
Li Qers, Erzincan û Erdexanê berf barî.
Li Qersê berfa ku duh barî îro şeveqê zêde kir.
Navçeya Sariqamîşê ji berfê sipî bû.
Welatiyan berfa ber mal û dikanên xwe paqij kir û ekîbên şaredariyê jî li nava bajêr dest bi xebatên paqijkirina berfê kir.
Li Erzincanê jî serê sibehê baran barî û li deverên bilind jî berfê lê kir.
Li Erdexanê jî berf dibare. Deverên bilind bi berfê sipî bûn.