Türkan Tosun
14 Nîsan 2020•Rojanekirin: 18 Nîsan 2020
Li Qaxizmana navçeya Qersê ji ber ku hewa êdî germ bû darên mişmişan kulîlk vedan û dîmenên xweş derketin holê.
Li Qaxizmana ku devê Çemê Erez e û axa wê pir bi ber û bereket e darên mişmiyan kulîlk vekirin.
Bi hatina biharê va baxçeyên mişmişan zindî bûn û bi kulîlkan va bûkaniya spî li xwe kirin.
Alî Guneşê baxçeyê wî yê mişmişan heye got bi vekirina kulîlkan navçe şên bûye û wiha axivî: "Mişmişên li Qaxizmanê digihêjin li Tirkiyeyê fêkiyên herî baş in. Mişmişên me mezin û biqîmet in, tehma wan jî xweş e. Niha ji ber ku bihar hat kulîlk vedan û em niha li wan dinêrin."
