Abdullah Tel,Haydar Şahin
02 Mijdar 2019•Rojanekirin: 06 Mijdar 2019
Şilî û şilopeya ku Herêma Rojhilatê Anadoliyê hilda bin tesîra xwe li bajarên wek Erzirom, Agirî, Erdexan, Qers û Tunceliyê bû sedema tengasiyan.
Li herêmê berfê bi şev da ser navenda Qers û Erziromê û cihên bilind ên Erdexan, Agirî, Tuncelî û Îdirê jî di bin berfê da man.
Ji ber barîna berfê hinek welatî bê tewdîr bûn û şofêrên di rêyan da bûn jî zehmetî kişandin.
Li navenda Erziromê bi qasî bihustekê berf ket erdê, ekîbên şaredarî û rêbejê jî ji bo ku di çûn û hatinê da pirsgirêk çênebe berfa ser rêyan paqij kirin.
Bi hatina berfa salê ya ewil va welatî jî vala nesekinîn û ev yeka wek fersend dîtin û gelek wêne kişandin.
- "Berf zû barî"
Xwendekarê zanîngehê Hasan Velîbelduz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku berfê îsal zû lê kir û wiha domand: "Weke tê zanîn Erzirom bi berf, sir û seqema xwe baş tê zanîn. Em ji ber barîna berfê şaş û metel neman. Em serê sibehê rabûn û me dît ku çar alî bi berfê spî bûye."
Şofêrê texsiyê Azîz Ateş jî got ku di nav saetekê da ji bihustekê zêdetir berf barî û wiha pê da çû: "Ev berfa ewil a Erziromê ye û berfa ewil a Rojhilatê ye jî. Erzirom ev e."
- Qers
Li Qersê jî duh baran hebû û ber destê vê sibehê cihê xwe ji berfê ra hişt û kesên ji bo biçin ser karê xwe ji malê derketin berfa ser wesayîtên xwe paqij kirin.
Şêniyên bajêr ragihandin ku bi hatina meha sermawezê va ew zanin sar e û dema berfê ye, bi lixwekirina cil û bergên zivistanê va tewdîrên xwe hildidin.
Bi hatina berfê va li navenda Sariqamîşê stûriya berfê 6 santîm û li Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê jî 10 santîm hat pîvandin.
- Tuncelî
Li Ovacika navçeya Tunceliyê jî berfa salê ya ewil barî û serê Çiyayên Munzirê bi berfê spî bûn. Li navenda navçeyê duh êvarê baran hebû û ji ber sarbûna zêde jî li cihên bilind ên ser navçeyê berfê lê kir.
- Agirî
Li Agiriya ji bajarên herî bilind ên Tirkiyeyê jî li çiyên bilin û hin gundan berf barî û tengasî derxistin.
Li dorberê Balix Golê, gundê Orteyoxuşê û Çiyayê Eledaxê berf barî û herêm bi xemla sipî hat pêçan.
Ji ber berfa ber destê sibê tesîra xwe zêde kir û li gundan qalindahiya wê derkete 10 santêmî ser wesayît, mal û daran bi berfê hat girtin.
Yusuf Bulutê li gundê Orteyoxuşê dijî diyar kir ku gundê wan di nav çil û çiyan da ye ji ber vê berfa ewil li vê derê dest pê kir û wiha axivî: "Berfê di saet 07.00an da dest bi baranê kir û hê dewam dike.
Bihustek berf barî. Bi ya min li pêşiya me zivistaneke dijwar heye."
Wekî mayîn li Çiyayê Kosedaxê yê li Eleşgira navçeya Agiriyê bi barîna berfê dîmenên balkêş derketin holê.
- Îdir
Li Îdira avêhewaya wê herî germ a bajarê Herêma Rojhilatê Anadoluyê jî şilî barî.
Li bajêr şiliyê bi şev dest bi barînê kir û li ciyê bilind jî vegerande berfê.
Li Çiyayên Erez û gundên li quntara çiyê rûyê erdê sipî kir.
Hat ragihandin ku ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo rewşeke neyînî her tim amade ne.
- Erdexan
Li ciyên bilind ên Erdexanê berfê duh dest bi barînê kir û bi şev hetanî derengî jî dewam kir.
Girên li der û dora bajêr çîl û sipî bûn, rayedaran hişyarî dan ajokarên rêbejaya Erdexan-Artvîn û Erdexan-Posofê bi kar tînin ku bira baldar bibin.
Rayedaran gotin vê gavê ji ber baranê pirsgirêk di çûyîn û hatinê da tune lêbelê dibê ji bo tengasiyan tevdîr werin hildan ku di rê da nemînin.