Abdullah Tel
14 Nîsan 2020•Rojanekirin: 15 Nîsan 2020
Ekîbên Fermandariya Cendirme ya Bajêr di çarçoveya "Bernameya Piştgiriya Pakêta Mertala Îstiqrara Aboriyê" da li Edremîta navçeya Wanê çûn serdana pîrika Emîne Baytarê û alîkarî dan wê.
Di çarçoveya têkoşîna li hemberî vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) da li bajaran di bin banê walîtî û qeymeqamtiyan da Koma Piştgiriya Civakî ya Wefayê hatin avakirin û ekîbên wan jî ji bo pêwîstiya kesê ji 65 salî mestir û kesên nexweşiyên kronîk bi wan ra hene û nikarin derbikevin derva hel bikin, xebatên xwe didomînin.
Di çarçoveya van xebatan da ekîbên cendirmeyan diçin serdana kal û pîrên ku nikarin ji malên xwe derbikevin û pakêtên erzaqê yên di çarçoveya "Bernameya Piştgiriya Pakêta Mertala Îstiqrara Aboriyê" da hatibûn amadekirin datînin malên wan û hezar lîre jî alîkariya piştgiriya civakî teslîmî kesên hewcedar dikin.
Ekîba cendirmeyan li taxa Andaça ser navçeya Edremîtê çûn mala Faris Baytarê 65 salî ku dayika wî Emîne Baytar a li gor nasnameyê Xwedîdayîna wê 1898 e, ziyaret kirin û hezar lire alîkarî dan pîrikê.
Ji bo pîrika Emîne Baytarê cendirmeyan berê jî qoliya erzakê biribûn malê û niha jî soz dan ku wê jê ra nivîneke ortopedîk a ew dixwaze bînin.
- Xwedê kêmasiya dewletê nede"
Pîrik Emîne Baytarê ji ekîba cendirmeyan ra spas kir, dia li wan kir û got: "Xwedê kêmasiya dewleta me nede, me tu carî bi tenê nahêle."
Faris baytarê kurê pîrê jî destnîşan kir ku di van rojên şewba Kovîd-19ê bi tesîre da dewletê ji bo kal û pîran derfetên xwe seferber kir û wiha pê da çû: "Diya min ji ber emrê xwe êdî bi zorê xeberdide. Cendirmeyên me îro hatin û alîkariya civakî li malê teslîm kirin. Gotin ku wê nivîn a diya min dixwest jî bînin. Diya min ji bo wan jî dia kir."