Haydar Şahin
21 Adar 2020•Rojanekirin: 22 Adar 2020
Li Qersê piştî barîna berfê hewa sar bû û welatî tengasiyê dikişînin.
Li bajêr vê hefteyê çend caran berf barî û piştî barîna berfê hewa zehf sar bû.
Li bajêr germahiya hewayê bi şev dakete binê sifirê 5 pileyî, qiravî ket ser dar û nebatan.
Li kolanên Faiqbeg û Heyder Eliyev ava berfa heliya di ser daran da dilop kir û li ser daran cembelîk çêbûn.
Wekî mayîn berfa barî ciyên bilind çîl û sipî kir.
Heywandarên li Arpeçaya navçeya Qersê dijîn li ciyên erdê wê reş bûne heywanên xwe derxistin çêrê.