Malbata ku li Sêlima navçeya Qersê dijî bi saya hevkariya Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî û Koma Tendirustiyê ya Acibademê va piştî 15 salan bû xweyê zarekî.
Gurkan ve Gulseren Akbaba ya ku li Qerehemzeya gundê Sêlimê dijîn bi alîkariya Weqfa Alîkarî û Piştgiriya Civakî ya Sêlîm (WAPC) va bi projeya dergûşa tup va bûn xwediyê zarekî.
Piştî tedawiya dergûşa tupê Gulseren Akbabaya 31 yek salî li Nexweşxaneya Dewletê ya Qersê lawikek anî dinê. Malbata Akbabayê navê lawê xwe danî Emir Yîgît.
Qaymeqamê Sêlimê Erdînç Dolu jî bi Midûrê WAPCê Fikret Çelîk û hemşîreyan ra çû gundê Qerehemzeyê û malbata Akbabayê ziyaret kir.
Qaymeqam Dolu dergûş hilda hemêza xwe hinekî hez kir û malbat pîroz kir.
Gurkan Akbaba diyar kir ku ev 15 sal e ku li hêviya vê demê bû û ji ber ku zarek jê ra çêbû gelekî kêfxweş e.
Di ziyaretê da amûrên ku hewce dikin diyarî malbatê kirin. Wezîfedarên tendirustiyê der barê dergûşê da agahî dan dayikê.