Önder Beyter
19 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2017
KARS
Li Sariqamişa navçeya Qersê rûyê Gola Werdekan a ku cemed girt, bi droneê va ji asîman dîmena wê hat kişandin.
Li herêmê piştî ku berf barî û hişkî ket erdê, piraniya rûyê Gola Werdekan a li tanga Newala Keklîk ku 10 kîlomêtro dûrî navenda navçeyê ye, cemed girt.
Herwiha li derdora golê darên qacê hene ku bi berfê xemilîn. Xemla ku berfê da rûyê golê û daran, dîmenên xweşik derxist holê.
Li gola ku her demsal awayê xweşikiya wê diguhere, gelek cinsên cuda ên balindeyan û werdekên çolê hene. Bedewiyên vê gola navborî bi droneê va ji asîman hat kişandin.