İbrahim Atmaca
19 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2017
ERZURUM
Li Rojhilata Anadoluyê germa hewayê ya herî kêm bi şev di bin sifirê da bi 10 pileyî va li Erdexanê hat pîvan.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li giştiyê herêmê hewa wê ewrsayî û pir ewrayî be.
Li herêmê germa hewayê ya herî kêm li Erzincanê 3, li Erziromê sifir, di bin sifrê da li Erdêxanê 10, li Qersê 9, li Agiriyê 3, li Îdirê 4, li Tunceliyê 2 pile hat pîvan.
Li gor texmînê nava rojê germa hewayê ya herî zêde wê li Îdir û Erzincanê 9, li Tunceliyê 8, li Erziromê 5, li Îdirê 6, li Qers û Agiriyê 2, di bin sifirê da li Erdexanê 3 pile be.
Zivistana Erdexanê pir dijwar derbas dibe û bi qasî merivan heywanên kovî jî tengasiyê dikşînin.
Heywanên kovî li Erdexanê di sir û serma û berfê da li xwarinê digerin.
Li deşta Erdexanê roviyên birçî heta li kêleka rêya Erdexan û Artvînê li mişkan digerin. Teyrêbaz, eylo û heywanên din ên dirinde jî ji xwe ra xwarinê digerin.