İbrahim Yaldız
27 Nîsan 2022•Rojanekirin: 30 Nîsan 2022
Li Mûşê laleyên serserkî yên ku li ciyên bilind hêşîn dibin û wekî guldexwîn tên zanîn, bala xwezahezan dikişînin.
Li bajêr guldexwînên ku li Geliyê Çîzmeburunê vebûn, xweza xemilandin.

Xwezahezên ku di demsala biharê da ji bo dîtina guldexwînan şiverêya kîlometreyekî dirêj dimeşin, dîmenên guldexwînan kişandin.
Xwezahezan her wisa xwest ku guldewînên ku emrê wan sê hefte ye neyên qetandin.

Xwezahez Ceylan Gungorê ji rojnamegeran ra diyar kir ku ew ji bo dîtina guldexwînan hatin û wiha got, "Ber cefayê me girt, lewra dîmena wê pir sipehî ye. Me wêneyên pir xweşik kişandin."
Hasret Erimê jî destnîşan kir, guldexwînên ku dîmena Deşta Mûşê temam dikin, mîna postkartan rengîn in.