06 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2016
MUŞ
Li Mûşê gurekî ku ji bo xwarinê hatibû gund wesayîtekê lê da û mir.
Wesayîta ku hê pleqeya wê naye zanîn li gundê Suvaranê li gurekî da.
Gundiyên ku qeza ditîn gazî rayedarên Xwedîkirina Heywanan a Şaredariya Mûşê kirin. Baytaran gurê birîndar bi derziyê ji hiş xist û bi mebesta tedawiyê ew birin.
Baytarê Şaredariya Mûşê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got gur giran birîndar bûbû û ji ber şikestina hestî û xwîna hinavî wan nikarî gur rizgar bikin û telef bû.