27 Îlon 2016•Rojanekirin: 28 Îlon 2016
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li Mûşê duh operasyoneke asîmanî li dar xistin. Di operasyonê de wesayîteke bombebarkirî jî di nav de 5 hedefên rêxistina terorê hatin îmhekirin.
Li gor agahiya çavkaniyên leşkerî, li ser îstixbaratekê hêzên ewlehiyê duh saet di navbera 23.15 û 23.47an de li Şenyaylayê operasyoneke asîmanî kirin.
Balafirên Fermandariya Hêzên Asîmanî wesayîteke bombebarkirî, du stargeh û du mewziyên çekan îmhe kirin.
Piştî operasyonê balafir vegeriyan baregehên xwe.