Elif Orhan
10 Nîsan 2019•Rojanekirin: 11 Nîsan 2019
Li Xelfetiya navçeya Rihayê bi hatina biharê ra dîmenên koça perperokan hatin kişandin.
Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di van rojên dawîn da koça perperokan a gelekî mezin heye.
Perperokên ku ji sînorê Sûriyeyê gihaştin navçeya Xelfetiyê dîmenên rengîn derxistin holê.
Çavdêr û koleksiyonerê perperokan Nîhat Ozdal daxuyaniyak da rojnamevanan û got ku perperok koçekê gelekî girîng dikin.
Ozdal diyar kir ku bi milyaran perperok bi taybetî ji başûrê Afrîkayê heta cemsera bakur bi pêleke koçê ya mezin hereket dikin û wiha axivî: "Ji ber mercên demsalî koç her sal li cihên gelekî bilind dihat kirin îsal ji ber tesîra şiliyên zêde nêzî erdê çêdibe. Perperok seranserê rêwitiyê zê didin û her perperokê ku ji qepûşka xwe derdikeve ji cihê mayî rêya xwe da diçe. Ev koça ku rasthatina wê zehmet e bi rastî mirov gelekî kelecanî dike."