İbrahim Atmaca
11 Nîsan 2019•Rojanekirin: 12 Nîsan 2019
Li Bîgaya navçeya Çanakkaleyê kalek di mala xwe da mirî hat dîtin.
Tamer Kesenê (66) ku li taxa Sakaryayê di mala xwe da tenê dijiya, demeke dirêj deng jê derneket û cînarên wî cab da polêsan.
Ekîb ketin malê û di serşokê da cesedê Kesen dîtin. Li gor tesbîtê kalê nêzî du meh berê miriye û ji bo otopsiyê cesed şandin morga Saziya Tiba Edlî ya Bursayê.