Fatih Gazioğlu
10 Nîsan 2019•Rojanekirin: 13 Nîsan 2019
Li Sêrtê masîgiran masiyekî turna yê 100 kîloyî girt.
Li gor agahiyan, masî bi destê Halîl Sezer duh li Çemê Botanê hatiye girtin û dirêjahiya wî 2 mêtro ye.
Halîl Sezerê masîgir got ku ew kîloya goştê masî 40 lireyî difiroşe û wiha axivî:
"Welatî eleqeyeke mezin nîşanî masî didin. Hin kes tên bi têlefonên xwe wêneyên masî dikşînin. Îsal çemê me bi bereket e. Em masiyên mezin digirin. Li herêmê gelek kes bi xêra vî çemî û masiyan debara mala xwe dikin."