Abdullah Tel
17 Îlon 2019•Rojanekirin: 19 Îlon 2019
Dêra Mor Efrem a 800 salî ya li keviya Çemê Feratê bû piştî ku pêşiya Bendava Ataturk hat girtin di bin avê da mabû û xozneberên di bin banê Midûriyeta Ewlehiya Adiyamanê da wezîfedar in jî dîmenên wê dêra di bin avê da kişandin.
Ji Amirtiya Koma Bin Avê ya Midûriyeta Şaxa Parastina li ser Midûriyeta Ewlehiya Bajêr 5 xozneberan ji bo perwerdehiyê li texma gundê Kokluceya ser navçeya Gergerê xwe berî ava Çemê Feratê dan. Bi qasî 30 metre di bin avê da xozneberan hin xirbe û xanî dîtin.
Li ser rasthatinê xozneberan haya rayedaran pêxist û derket holê ku ew avahî Dêra Mor Efrem a dîrokî ye û di çaxê xwe da jî ji hêla Midûriyeta Çand û Tûrîzmê ya Bajêr va hatiye tescîlkirin.
Dema pêşî li Bendava Ataturk tê girtin û ava wê bilind dibe ev dêra dîrokî jî di bin avê da dimîne.
Rayedarên Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Bajêr ragihandin ku dêr heta sed sala 18mîn jî hatiye bikaranîn û ew der piştî mîladê di navbera salên 285 û 373an da wekî qada olî hatiye bikaranîn.
Di dîmenên ku xozneberan bi qameraya bin avê kişandin da hundirê şikeftên dêrê û pêlekanên wan xuya dikin.
Metropolîtê Qedîm ê Suryaniyan yê Adiyaman û bajarên der û dorê Melkî Urek der heqê mijarê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Riha û Gerger û Sincika navçeyên Adiyemanê 800 sal berê gelek dêrên ku keşeyên Siryaniyan lê diman hebûn.
Urek der barê dêra bin avê da jî agahî da û got: "Dîmen û wêneyên dêrê yên ku berî di bin avê da bimîne hatine kişandin jî hene. Li Samsat, Sincik û Gergerê gelek dêrên Siryaniyan hene û keşeyên li van dêran mane parşomenên ji çermê Xezalê ku li serê Încîl hatiye nivîsandin, çêkirine. Dema min li dîmenan nihêrî ez kelecanî bûm. Li wan şikeftên ku di dîmenan da xuya dikin bi qasî em zanin kesên astengdar û dîn dihatin tedawîkirin."