İbrahim Atmaca
24 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê germa hewayê wê li gor germa demsalê zêdetir be û çendekî wisa dewam bike.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat hildan, îro li giştiyê herêmê hewa wê ewrsayî û pir ewrayî be, car caran şilope û berfê bibare.
Li herêmê germ li gor demsalê zêde ye û wê çendekî wiha dewam bike.
Li herêmê germa hewayê ya herî kêm bi şev li Erzincanê 5, li Îdirê 4, li Erziromê 2, li Agirî û Qersê pileyek, di bin sifirê da li Erdexanê pileyek hat pîvan.
Li gor texmînê nava rojê germa hewayê wê herî zêde li Îdir û Erzincanê 7, li Agirî û Erziromê 3, li Erdexanê pileyek, li Qersê jî sifir pile be.
Rayedaran ji bo ba û bagerê hişyarî da.