01 Sibat 2017•Rojanekirin: 02 Sibat 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê hewaya herî sar di bin sifirê de 16 pileyî va li Qersê hat pîvan.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12an a Meteorolojiyê hat hildan, tê texmînkirin ku li giştiyê herêmê ewrayî ye û car caran jî berfê bibare. Berfê heta bi şev bibare.
Li herêmê germa hewayê di bin sifirê de herî kêm li Qersê 16 pile, li Agirî û Erdexanê 14 pile, li Erzirom û Îdirê 12 pile, li Erzinganê 8 pile, li Tunceliyê 7 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku germahiya hewayê wê di bin sifirê de nava rojê herî zêde li Tunceliyê pileyek, li Îdirê 3 pile, li Erzingan û Agiriyê 5 pile, li Erziromê, Qers û Erdexanê 7 pile be.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 92 santêm, li Erziromê 55 santêm, li Qersê 42 santêm, li Tunceliyê 35 santêm, li Îdirê 19 santêm, li Erdexanê 32 santêm, li Erzinganê 6 santêm hat pîvandin.
Rayedaran welatî hişyar kirin ku li hemberî serma, cemed û mijê baldar bin û tevdîra xwe hildin.