01 Sibat 2017•Rojanekirin: 01 Sibat 2017
DIYARBAKIR
Ji ber berfê li Elazig, Batman, Bîngol, Mêrdîn û Sêrtê rêya hezar û 100 gundî hat girtin.
Li tevahiya herêmê ji ber berfa ku du roj in berdewam e jiyan zehmet derbas dibe. Qalindahiya berfê li navenda Bîngol û Elazigê ji 20 santêmêtroyê, li dewrûberê jî li hin deveran ji mêtroyekê derbas bû.
Li parêzgeha Elazigê rêya 44 gundên li ser navendê, 5 yên Aginê, 10 yên Alacakayayê, 11 yên Aricakê, 38 yên Madenê, 87 yên Karakoçanê, 10 yên Kebanê, 77 yên Kovancilarê, 36 yên Paloyê û 50 yên Sîvîrceyê, bi tevahî rêya 389 gundan ji ber berfê hat girtin.
Herwiha li Bîngolê rêya 278 gundan, li Sêrtê ya 120 gundan, li Mêrdînê ya 130 gundan û li Batmanê jî ya 283 gundan ji ber berfê hat girtin.
Dîsa ji bo vekirina rêya hezar û 100 gundên li ser 5 parêzgehên cuda, ekîbên Xizmeta Rê û Pevguhastinê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê xebatên xwe didomînin.
- Pevguhastina asîmanî jî rawestiya
Li Diyarbekirê jî berf û bagera bi şev, pevguhastina asîmanî rawestand. Ji Balafirgeha Diyarbekirê 6 seferên ku dê bi şev bihatana kirin, hatin betalkirin.
Ekîbên Midûriyeta Meydanên Hewayê ya Diyarbekirê di şert û mercên dijwar da xebitîn û berfa li ser pîstê paqij kirin. Piştre herwiha seferên balafiran dîsa dest pê kirin.