02 Sibat 2017•Rojanekirin: 02 Sibat 2017
ERZURUM
Li herêma Rojhilata Anadoluyê hewaya herî sar bi şev di bin sifirê de 21 pileyî va li Agiriyê hat pîvan.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê, li giştiyê herêmê hewayê ewrsayî û kêm ewrawî be.
Li herêmê germahiya hewayê herî kêm bi şev di bin sifirê de li Agiriyê 21, li Qersê 20, li Erziromê 19, li Erdexanê 17, li Ezircan û Îdirê 10 û li Tunceliyê 7 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku di nava rojê de jî germahiya hewayê herî zêde di bin sifirê de li Tunceliyê 3, li Îdir û Erzîncanê pileyek, li Agirî û Erziromê 6 pile û li Qers û Erdexanê jî wê 7 pile be.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 92 santêm, li Erziromê 50, li Qersê 42, li Tunceliyê 35, li Erdexanê 32, li Îdirê 16 û li Erzîncanê jî santêmek hat pîvan.
Rayedaran ji bo şepe, cemed, mij û dûmanê hişyarî da welatiyan ku bila baldar bin û bê tevdîr dernekevin derva.