22 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2016
ERZURUM
Gelê Korucuka taxa Pasînlera navçeya Erziromê ya ku Fetullah Gulenê serokê FETOyê li ser nifûsa wê qeydkirî ye naxwaze ku bi navê serokê terorê bê zanîn.
Korucuka ku bi Qanûna Şaredariya Bajarê Mezin va bû taxa Pasînlerê ya ku 42 mal lê ne û 300 nifûsê wê heye naxwaze ku bi navê Fetullah Gulenê damezrênerê FETOyê bê zanîn û ji ber vê jî zehf gilîdar e.
Gelê taxê dibêje ku li dijî çalakiyên rêxistinê ne, ji ber ku bi Gulen ra di heman nifûsê da qeydkirî ne zehf aciz dibin.
Hulkettîn Kiziltunçê mixtarê taxa Korucukê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber bûyerên ku diqewimin zehf aciz dibin.
Kiziltunç destnîşan kir ku di her rewşê da li aliyê dewletê ne û wiha got: "Em naxwazin ku navê rêxistineke wiha û navê me bi hev ra bê gotin. Em însanên feqîr in û nanê xwe bi axê dest dixin û em naxwazin hesabê tiştekî wiha bidin.
Kiziltunç diyar kir ku li dewleta xwe xweyî derdikevin û her tim li aliyê dewleta xwe ne û wiha pê da çû:
"Em ji dewlet, welat û alaya xwe hez dikin. Em van bûyeran şermezar dikin û her tim li aliyê dewleta xwe ne. Me tu carî ji vê rêxistinê feydeyek bi dest nexist. Her tim vî gundî zirar dîtiye. Ji ber vê em dixwazin ku bira ev karan bi dawî bibin. Em naxwazin ku gundê me bi rêxistina terorê bê zanîn. Me qet ew nas nekir. Di 6 saliya xwe da ji vî gundî derketiye, em nas nakin. Yên xerîb çito nas dikin em jî wisa nas dikin. Bi tenê ji ber ku li ser nifûsê gundê me qeydkiriye wisa tê zanîn. Ji ber vê em naxwazin gundê me bi wî û rêxistina terorê bê zanîn. Ku ev çalakiyan kiribin Xwedê belayê bide wan û ew ê bide jî. Em dixwazin ku bira li welatê xwe bê darizandin. Bira were teslîmî dewleta xwe be."
- "Ku di tevizyonê da nebînin em nas nakin"
Abdurrahîm Karakoçê ji gelê taxê diyar kir ku Gulen nedîtine û qasî ku di televizyonê da dîtine nas dikin û wiha got: "Em ku di tevizyonê da nedîta me nizanibû ku gundiyê me ye."
Karakoç got ku çalakiên rêxistina terorê şermezar dikin û tu carî aliyê rêxistinê negirtine û wiha pê da çû:
"Em êrîşan şermezar dikin. Qet tiştekî wiha heye? Leşkera berî sivîlan, sivîlan berî leşkeran didin. Em gişk xuşk û bira ne û dewlet in. Dewletê berî birayan, birayan berî dewletê didin. Rêxistin tê çi meneyê? Qet tiştekî wiha heye? Em her tim li aliyê dewlet, leşker û polêsên xwe ne. Tiştekî wisa nabe. Em zehf aciz in, ji ber tiştekî wiha bêhizûr in. Bira bê teslîm bibe. Were welatê xwe û bê darizandin. Kesê sûcdar kî ye bira bînin û darda bikin. Ji generalan hetanî serbazan bira bînin û darda bikin. Em dixwazin ku kî di nav vî sûcî da heye bira darda bikin."
Veysel Kiziltunçê ji taxê got li bendê ne ku di demeke kin da FETOyêji nav dewletê paqij bikin û wiha axivî:
"Em naxwazin Korucuk bi navê vê rêxistinê bê zanîn, em ji vê aciz in. Em dixwazin ev operasyon demildest bên bêdawîkirin. Înşallah dewlet û miletê me di demeke kin da ji van bên paqijkirin. Ji ber vê rêxistinê navê gundê me xirab derket. Ji ber vê em aciz in. Ev bi salan e em raya xwe didin AK Partiyê. Nika jî li aliyê dewleta xwe ne û li aliyê Serokomarê xwe ne. Çi ji destê me bê em ê alîkariyê bidin, me dabû jî. Di hilbijartina dawîn da me ji sedî 50yî zêdetir rayên xwe dan AK Partiyê lê belê ji ber ku vê rewşê jî em zehf aciz in û bêhizûr in. Xwedê ya xêrê bîne serê me, înşaellah yên pûç ew ê ji nav me bên avêtin."