31 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 01 Mijdar 2016
ERZURUM
Li bendê ku li herêma rojhilatê Anadoluyê îro berf û baran bibare.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12an, tê texmînkirin ku îro li seranserê herêmê hewa ewrayî be, piştî danê nîvro jî cî ciyan baran û barana gurr bibare.
Herwiha dîsa tê texmînkirin ku piştî êvarê li Erzirûm, Qers, Agirî û derûdora wan baran, şilope û berf bibare û piştî nîvê şev jî dê li Agirî û derûdora wê berfê zêde bibare.
Tê pêşbînîkirin ku li herêmê hêza bayê navîn be û 2 heta 4 pileyan germahiya hewayê jî bişikê.
Bişev kêmtirîn pileya germê li Qersê di bin sifirê da 1, li Erdexanê 0, li Erzirûmê 4, li Agirî û Erzinganê 6, li Îdirê jî 7 pile hat pîvan.
Tê pêşbînîkirin ku bilindtirîn pileya germê ya nava rojê jî li Erdexanê 7, li Erzirûm û Qersê 10, li Agiriyê 12, li Îdir û Erzinganê 15 û li Tunceliyê jî 16 pile be.