Önder Beyter
04 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Li Stenbola ku hefteya borî pir germ derbas bû, bo îro baran tê pêşbînîkirin.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 1emîn hat wergirtin, li bajêr aniha hewa nîvsayî û ewravî ye û herwiha bona îro baran û birqetav tê pêşbînîkirin.
Herwisa tê pêşbînîkirin ku sibê jî hewa wê li rojhilatê herêmê cih cihan pir ewrayî, roja în û paşînê jî wê piraniya herêmê nîvsayî derbas be.
- Germahî wê 4 an jî 10 pile berjêr be
Germahiya hewayê îro wê 4 an jî 10 pile berjêr be û dakeve asta pileya asayî ya demsalê. Ji bo îro pileya herî berz 27 û ya herî kêm jî 23 pile tê texmînkirin.
Tê pêşbînîkirin ku îro, sibê û pêncşemê ba wê ji hêla bakur bihêz (30-50 km/s) rabe.