Haydar Şahin
19 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2017
HATAY
Hin malbatên ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê revîbûn xwe sipartibûn Tirkiyeyê vegera xwe ya ber bi Îdlibê û herêmên ewledar didomînin.
Gelek malbatên ji Sûriyeyê yên ku li bajarên cuda ên Tirkiyeyê dijîn ji bo ku vegerin welatê xwe tên Yayladaxa navçeya Hatayê û Deriyê Sînor ê Cîlvegoziyê yê li Reyhanliyê.
Piştî karûbarên fermî malbat derbasî Îdlibê û herêmên ewledar dibin.
Hat ragihandin ku ji serê 2017an hetanî destpêka berfanbarê 188 hezar û 250 welatiyên Sûriyeyê ji Yayladax û Reyhanliyê ra vegeriyan welatê xwe.