Fatih Gazioğlu
07 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2018
VAN
Li Wanê kolanên arkeolojîk yên li ser medeniyata Urartuyan tên kirin dewam dikin.
Kelha Ayanisê ya ku li qeraxê Gola Wanê di dema Urartuyiyan da hatiye avakirin bi mîmarî û neqşên wê yên derketine holê va agahiyên girîng yên li ser wê heyamê li ber çavan radixe.
Kelha Ayanisê bi qasî 2 hezar û 700 sal berî îro di dema Urartuyan hatiye avakirin û Zanîngeha Ataturkê ev 30 sal e ku li qada kelhê xebatên arkeolojîk dike.

Hîndekarê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Ataturkê Prof. Dr. Mehmet Işikli der barê xebatên xwe da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wî emrê xwe bi xebatên li ser dîroka Urartuyan derbas kir.
Işikli diyar kir ku ew niha bi tîmeke ji 37 kesan pêk tê ve li kelhê dixebitin û wiha axivî: "Ciyê kelhe hatiye avakirin ciyekî gelekî xweş e. Kelhe li qeraxê Gola Wanê li hemberî Çiyayê Sîpanê hatiyê avakirin. Dibe ku Qralê Urartuyan Rusayê Duyem ji ber vê tebîetê kelhe li vir daye çêkirin. Di xebatên li kelheyê da me gelek neqşên wê demê û berhemên mîmarî derxist holê."

- "Em dixwazin Kelha Ayanisê ji bo turîzmê vekin"
Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Muzaffer Aktug destnîşan kir ku ji bo xebatên Kelha Ayanisê wan jî arîkarî da û wiha pê da çû: "Di salên borî da li kelhê mabedek hatibû dîtin û deriyê wê tunebû. Me deriyek çêkir û ser wê girt. Bona çêkirina derûdorên kelhê xebatên me didomin. Ewlehiya kelheyê jî me çareser kiriye. Piştî xebatên me qediyan em ê vê derê ji bo turîzmê vekin."