Muhammet Mutaf,Cüneyt Çelik,Hüseyin Yıldız,Abdullah Söylemez,Hüseyin Demirci,Günay Nuh
20 Adar 2022•Rojanekirin: 21 Adar 2022
Li Erzirom, Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê berf dibare.
Li Erziromê berfa ku duh dest pê kir, şev sekinî.
Li bajêr ji ber berfê şofêr û welatî zehmetiyê dikişînin û ekîbên şaredariyê jî rê û peyarêyên li nav bajêr paqij dikin.
- Qers,
Ji ber berfa du roj e li Qersê barî, di çûyîn û hatina wesayîtan da zehmetî çêbû.
Li bajêr gelek rê hatin girtin ku ekîb ji bo vekirina wan dixebitin.
Şofêr û welatiyên kar û barê wan hebûn di nav berfa biharê da zehmetî kişandin û hinek welatiyan jî berfa ser wesayîtên xwe paqij kirin.
Li navçeya Sariqamîşê qalindahiya berfê gihîşt 105 santêman.
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê jî qalindahiya berfê gihîşt 185 santêman.
- Îdir
Li navenda Îdirê û li hemû navçeyan berfa ku zêde dibare tesîrê li ser jiyanê dike.
Ji ber berfa ku serê sibê dest pê kir kuçe û kolan çîl û spî bûn.
Li ser rêya Îdir û Agiriyê û Îdir û Qersê jî bager çêbû.
- Agirî
Li Agiriyê jî berf û bager heye.
Îdareya Taybet a Bajêr, şaredarî, ekîbên rêbejayê berfê paqij dikin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî ji duh vir va berf dibare.
Ji ber berfê kuçe û kolan spî bûn.