Mehmet Emin Gürbüz
20 Adar 2022•Rojanekirin: 21 Adar 2022
Li Kartalkayaya ku ji navendên sereke yên turîzma zivistanê ye, stûriya berfê gihîşt 280 santîmetreyî.
Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, di nava navendên kaşûnê da navenda ku stûriya berfê herî zêde ye, bi 280 santîmetreyî va Navenda Kaşûnê ya Kartalyayê ya li serê Çiyayê Korogluyê ye.
Yên ku ji bo rojekê an jî yên ku bi mayîn tên Kartalyayê, li 25 pîstên ku dirêjiya wan 75 kîlometre ye, kaşûn û snowboardê dikin.
Otêlên li navendê dawiya hefteyê bi rêjeyeke ji sedî 75 an 90î tijî va xizmetê didin.