ŞANLIURFA
Li Şanliurfaya ku bi heywandariya xwe ve pêş ketiye gelek kesên ku heywanan xwedî dikin heqekî zêde didin, lê dîsa jî nikarin şivanan bi dest bixin.
Kesên heywanan xwedî dikin dibêjin ku ew ji şivanên berê dipirsin da ku şivanan bibînin, zêde heq didin, lê dîsa jî nikarin şivanan bi dest bixin.
Mehmet Turanê ku heywanan xwedî dike ji ber ku şivanek neditîye bi xwe şivantiyê dike. Turan ji nûçegihanê AAyê re wiha got:
"Em salê hema hema 50 hezar lîreyî de didin, lê dîsa jî em nikarin şivanan bibînin. Em hemû mesrefên wan didin, ji mala ku lê bimînin bigre, heta nivînên ku di tê de radizên didin, lê dîsa jî tu kes nayê. Lewra ew difikirin ku ev karekî nebaş e, naxwazin vî karî bikin. Heke wiha here, heta çend salan gelek kes dê mecbur bimînin ku heywanên xwe bifroşin."
Turan got ku li gund çandinî pir kêm e û ji ber vê jî mirov bi heywandariyê debara xwe dikin. Turan ji berpirsyaran alîkarî xwest.
Menduh Demîrag jî got ku civan naxwazin şivantiyê bikin û ji ber vê jî diçin bajêrên rojhilatê û li wir bi pereyên kêm dixebitin.
-Şivantî dê bibe karekî berbiçav
Midûrê Bajêr ê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Necîp Ozgokçe jî diyar kir ku şivantî karekî pîroz e, hin pêxemberan jî şivantî kirine. Ozgokçe got ku IŞKURê hin herêman qursa "Perwerdeya Şivantiyê" vekiriye ku şivanên pispor perwerde bikin û wiha axivî:
"Em bi vê projeyê ve şivantiyê dikin karekî profesyonel û bi serftîfika. Şanliurfa ji hêla pez ve li Tirkiyeyê xwedî cihekî girîng e. Li vir heywandarî girîng e û ji bo şivanan jî 2 hezar lîre heq tê dayîn. Bi rastî him gelek kes ji bêkarbûnê giliyan dikin û him jî şivan nayên dîtin. Ev pir balkêş e. Ji ber vê divê bi perwerdeyê ve ev kar bibe karekî kêfxweş."