02 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2016
VAN
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berfê li Wanê rêya 606 ciyan, li Mûşê rêya 330 ciyan, li Bidlîsê rêya 285 ciyan, li Hekariyê rêya jî rêya 124 ciyan bi tevahî rêya hezar û 345 ciyan girtî ye.
Ji ber berf û barana li Wanê rêya 606 tax û 444 goman hatiye girtin.
Piştî baranê ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji aliyekî va li navenda bajêr ji aliyê din va jî li gund û goman xebatên vekirina rêyên girtî bênavber didomînin.
Wek mayîn li bajêr gelek welatî ji bo ku hewcedariyên xwe bibînin nikarin wesayîtên xwe yên ku di binê berfê da mane derxin, ji ber vê jî li minîbês û otobêsa siyar dibin.
Rayedarên Midûriyeta Herêmê ya Meteorolojiyê diyar kirin ku hewayê îro û sibê ewrsayî be û ji roja sêşemê şûnda jî dîsa berfê bibare.
- Mûş
Ji ber berf û bagerê rêya 330 gundên navend û navçeyên Mûşê hat girtin.
Sekreterê Gişkî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku çawa ku barîna berfê sekinî ekîban dest bi xebatên vekirina rêyên girtî kirin.
Yentur got heke berf nebare dikarin di nav 2-3 rojan da rêya hemû gundan vekin.
Şefê Şaxa Mûşê ya 113an a Rêbejayê Sulhattîn Omeroglu jî destnîşan kir ku rêbeja Mûş û Qulpê ji bo çûyîn û hatinê vekirî ye.
Rayedarên Şaxa Midûriyeta Meteorolojiyê diyar kirin ku li navenda qalindahiya berfê xwe gihandiye 80 santêmî û li çiyên bilind qalindahiya berfê qasî 150 santêmî ye.
Rayedaran gotin dibe ku berfê hetanî êvarê bibare.
- Bidlîs
Ji ber berf û bagerê rêya 285 gundên Bidlîsê hat girtin.
Ekîbên Îdareya Taybet a bajêr ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe bênavber didomînin.
Ji ber berf û bagera guj welatî û ajokar di tengasiyê da dimînin.
- Hekarî
Li Hekariyê jî ji ber berf û baranê rêya 124 gund û 355 goman hat girtin.
Ji ber barîna berfê rêya di navbera Hekarî û Şirnexê da hatiye girtin û ekîbên Şeftiya Şaxa 114an a Rêbejayê xebatên vekirina rê didomînin.
Ekîbên şaredariyê li navenda bajêr rê û dirban ji berfê paqij dikin. Ekîb berfa ku di ser hev da dane bi kamyonan ji bajêr derdixin.
Li bajêr ev 3 roj e berf bênavber dibare. Qalindahiya berfê xwe gihandiye 150 santêmî, xanî û wesayît di binê berfê da mane.