Rauf Maltaş
29 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2025
ŞANLIURFA (AA) - Li Şanliurfayê berf barî û navenda bajêr çîlspî bû.
Berfa ku şev dereng dest pê kir, her ku çû zêde bû.
Qalindahiya berfê li navenda bajêr gihîşt nêzîkî 10 santîmêtroyan.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê ji bo ku di hatin û çûyînê da astengî çênebe û welatî ji berfê zehmetiyê nekşînin dest bi xebatê kirin.
Ekîbên rêbejayê jî li ser rêyên sereke xebatên paqijkirina berfê didomînin.