Haydar Şahin
29 Nîsan 2020•Rojanekirin: 30 Nîsan 2020
Li Sarîqamîşa navçeya Qersê di meha nîsanê da kulîlkên li bintara çiyayên bi berf vekirin dîmenên xweşik derxistin holê.
Li navçeya dora wê bo daristana çamê hatiye pêçan li geliyê Soxuksuyê û Newala Kewan tebîet bi ser xwe da hat dîmenên rengrengî derketin holê.
Bi ava berfê va li gelek ciyan şirşirnegên piçûk çêbûn û dîmenên balkêş derketin holê.
Yakup Unalê wênekêşê amator daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Sarîqamîşê her demsalê xweşikahiyên cuda derdikevin holê.
Unal got kişandina wêneyên tebîetê wî kêfxweş dike û wiha pê da çû: "Li Sarîqamîşê cineta turîzmê havînê cuda zivistanê cuda bihar û payîzê cuda xweşikayî çêdibin. Em bala xwe didin mesafeya civakî û wênekêşên tebîetê diçin wêneyan dikişînin. Hetanî fitarê em dema xwe wisa derbas dikin."