Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li ser rêbeja Ankara-Kirikkaleyê, di kîlometreya 50yemîn de qezaya trafîkê pêk hat. Di qezayê de 6 tirimbêl, 2 otobus û minîbusek li hev qelibîn.
Du tirimbêlên ku ber bi Kirikkaleyê ve diçûn ji ber baranê ji kontrolê derketin, li hev qelibîn û paşê jî ketin coya ava baranê. Şofêrê otobusa ku li pey wan dihat ji ber qezayê leza xwe daxist. Li pey wê jî otobusek din hebû û ew otobus jî hat û li ya pêşiya xwe qelibî û derbasî hemberî rê bû. Di vê nevberê de minîbus û 4 tirimbêl jî li hev gelibîn.
Piştî qezayê ji Ankara û Kirikkaleyê gelek ambulans sewqî cihê qezayê kirin. Di qezayê de 30 kes birîndar bûn. Ji birîndaran 16 kes birin Kirikkaleyê û 14 kes jî birin Ankarayê û li nexweşxaneyên cuda girtin bin tedawiyê.
Ji ber qezayê rê nêzî saetekê ji çûnûhatinê re hat girtin.