İbrahim Atmaca
11 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2018
ANTALYA
Li Antalyaya paytextê turîzmê mêvan di nav heman rojê da çar demsala bi hev ra dijîn.
Li Qeraxa Konyaaltiyê ku xelata navneteweyî hilda, turîstên xwemalî û biyanî dikevin behrê, avjeniyê dikin, xwe didin tavê. Turîst di nav heman rojê da jî dertên Çiyayê Tataliyê ku saetek dûrî bajêr e û 2 hezar û 365 mêtre bilind e, li ser berfê kêf dikin.
Mêvan li ber qeraxan duçerxeyê dajon, dimeşin û li navçeya Kemerê dertên ser çiyayê Tahtaliyê û berfê dibînin.
Bi teleferîkê va meriv 10 deqa dertê ser çiyayê Tahtaliyê. Ziyaretvan li ser çiyê di nav berfê da wêneyan dikşînin û dileyîzin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Menderes Turel daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir dema ku qala Antalyayê tê kirin, behr, tav, qûm, siruşt û dîrok tê bîra meriv.
Turel destnîşan kir, Antalya bajarekî wisa ye ku çar demsal bi hev ra lê heye û wiha dewam kir, "Vê gavê ji aliyekê va mirov dikevin behêr, ji aliyekî va jî li ser tepa çiyê xwe dişqitînin. Terîf têrê nake, divê meriv were lê bijî."
Îbrahîm Adaliyê ku 9 sal e li Antalyayê dijî jî got ku ew zivistan havîn dikeve behrê.
Umît Ozçelîkê ku bi maltaba xwe va derket ser Çiyayê Tahtaliyê jî got ku wî xwest berfê nîşanî zarokê xwe yê 3 salî bide û wiha dewam kir, "Em bi hevalan ra li qeraxê behrê rûniştibûn me çay vedixwar. Me xwest ku em berfê jî bibînin. Em li erebeyên xwe siwar bûn û derketin ser Çiyayê Tahtaliyê. Li Antalyayê di nav heman rojê da meriv him dikare têkeve behrê, him dikare berfê bibîne."